Buyukkaya: Baştirîn rêgirî hemberî Korona, xweparastin û man a li malê ye

Pisporê Bijişkî ya Giştî Nemrud Buyukkaya ji K24 re diyarkir, ku: “Jiber ku heta roja îro Vacin (dermanê çareseriyê) yê Vayrosa Korona peyda nebû ye, baştirîn rêgirî xweparastin e û man a li malê ye”

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Vayrosa Korona, ku niha li tevahiya cîhanê belav bû ye, ji alî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê ve wekî epidemic (padem) hatiye pênase kirin, metirsiya xwe her didomîn e.

Pisporê Bijişkî ya Giştî Nemrud Buyukkaya ji K24 re diyarkir, ku: “Jiber ku heta roja îro Vacin (dermanê çareseriyê) yê Vayrosa Korona peyda nebû ye, baştirîn rêgirî xweparastin e û man a li malê ye”.

Buyukkaya diyarkir, ku: “Hukimeta herêma Kurdistanê bi rênimayên rêgiriyê di demek zû de, karî ye bi baştirîn awayî kontrola Vayrosa Korona bike. Ew jî: girtina dam û dezgehên, ku gelek welk li wan cîh an kom dibe. Kafeterya, bar, xwaringeh, mol û h w d bûn. Piştî wê jî, ragihandina qedexeya derketina derve kirayrek gelek rast bû. Ji alî xwe spasiyan digihînim Hukimeta Kurdistanê”.

Pisporê Bijişkî ya Giştî Nemrud Buyukkaya got, ku: “Civata Kurd, xwedî nirxên sosyal/ komelgehî/ cemawerî ye. Lê, mixabin ev Vayros bi rêya kombûnên cemawerî zêdetir belav dibe. Ew yek metirsî ye û di vê demê de, divê mirov zêde kom nebe. Herweha paqijiya laş, şûştina dest gelek caran, dest nedan a rû, dikare xwedî mfayek mezin be”.