Serokê Hikûmeta Kurdistanê otombîlên nû ji Polîsa Hewlêrê re dabîn dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 25 otombîlên nû ji Polîsa Hewlêrê re dabîn kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 25 otombîlên nû ji Polîsa Hewlêrê re dabîn kir.
Rêvebirê Polîsa Hewlêrê Emîd Dilêr Necar ji K24ê re ragihand, 25 otombîlên nû ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Navxwe ji Polîsa Hewlêrê re hatine dabînkirin.
Emîd Dilêr Necar amaje bi wê da, ew otombîl ji cureya “Toyota” ne û di nava wan de hemû pêwîstiyên polîsan tê de hene.
Da zanîn jî, nêzîkî 8 salan e otombîlên nû ji hêzên polis re nehatibûn dabînkirin, lê niha û ji ber belavbûna vîrusa Korona û ji bo çavdêrîkirina kolanan, pêwîstî bi otombîlan heye.
S. B