Îran daxwaza helgirtina dorpêçên Emerîkayê dike
Serokê Komara Îranê radigehîne, hemû hewlekê didîn bo fişar xistine ser Emarîkayê; daku di dema kirîza belvbûna Koronayê de dorpêçên xwe nehêle.
K24- Hewlêr
Serokê Komara Îranê radigehîne, hemû hewlekê didîn bo fişar xistine ser Emarîkayê; daku di dema kirîza belvbûna Koronayê de dorpêçên xwe nehêle.
Li gor axivtinên Hesen Ruhanî, serokê Komara Îranê , serkokên hinek welatan mijûlî wê yekê ne,evê mijarê di Ciavat Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî de behis bikin.
Di konfiranseka rojnamevanî de, Ruhanî got: Hewlek heye; daku di dema kirîzê de, dorpêç bihên helgirtin. Wezareta derve ya Îranê hewil dide û em dixwazîn ev mijar di Civata Ewlekarîyê de bihête behiskirin daku dorpêç nemînin.
Ruhanî ragehand jî, Heya niha me pirsgirêka kêmîya dermanan û peristan nîne, bernameyak baş hatîye danan û hinek welatan jî pêdawîstîyên tenduristî ji me re şandin e.