Wezareta Navxwe biryareka nû bo hêzên ewlakarîyê derxist
Di beynnameyekê de, Wezareta Navxwe ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandîye, li ser fermana serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û piştî rawêjkirinê li gel wezîrê Pêşmerge, berpirsên Asayîşê, Yekeyên Heftê û Heştê, Hêzên Zêrevanîyê, Bergirî û Firyakevtinê, me biryar da:
K24- Hewlêr

Yekem: Ew hêzên niha di erek de ne, li gel wan hêzên di pişûyê de ne ti cihguhertin bi hêzên wan nahêne kirin, ku pêkhatine ji Hêzên Asayîşa Navxwe, Bergirî û Firyakevtin, Hêzên Zêrevanîyê, Asayîş, Pêşmerge û yekeyên Hefê û Heştê di erik de dimînin heya bi fermî ji alîyê wezareta navxwe ve dihêne haydarkirin.
Dûye: Piştî bûrîna evê rewşê, ev dema ku hêzên amajepêkirî di erik de bûne bi molet bo wan dê bihête qerebûkirin.
Sêyem: Ev beyan ji roja derçûna wê dê bihête cîbicîkirin.