Bo wan xwîndkar û geştyarên Kurdên li Ewrpa mane û dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê

Bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê piranîya geştên asmanî hatine rawestandin û firokexanyên Ewrûpa hatine daxistin û hejmarek ji xwîndaakar û geştyarên Kurd li Ewrûpa dema vîzeya wan temam bûye, yan jî dê temam bibe û nekarin vegerin Herêma Kurdistanê.

K24- Biroksil:

Kurdistan24ê peywendî kir bi Elî Dolemerî, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Firansa û wî jî ragehand, ew kesên vîze ya wan temam bûye û nekarin di dema xwe ya dîyarkirî de vegerin tûşî ti arêşeyan nabin û dema ev rewş derbaz dibe, her bi wê vîzeyê dikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Dilawer Ajgeyî nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê di Yekêtîya Ewrûpayê de û li Belcîka  bi Kurdistan 24 re ragehand, piranîya wan xwîndkar û geştyarên Kurd li Birîtaniya û Elmaniya ev pirsgirêk hene.

Herweha Karwan Cemal Tahir, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Birîtaniya bi rêya Kurdistan 24, daxwaz ji hemû xwîndkar û geştyarên Kurd kir, ewên pirsgirêka vegerîyanê hene û dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê, bila peywendîyê bi nwênerînîya hikumeta Herêma Kurdistanê ve li Lendenê bikin û navên xwe tomar bikin.

Navhatî amaje bi wê yekê jî kir, ew lîstekê durist dikin û radestê balyozxane ya Îraqê dikin û dûv re jî peywendî dihête kirin bi herdû wezaretên derve yên Birîtaniya û Îraqê daku rê bide firokeyeka hêlên asamnîya Îraqê ev kesên hanê vegerine Herêma Kurdistanê û Îraqê.