Saman Berzincî: Evro zêdetir ji 100 nimûneyên pişkinînê li Derbendîxan hatin wergirtin
Wezîrê Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî ragehand, hejmara tûşbûyên Derbendîxanê zêdetire bi hemberkirin li gel deverên din û ev jî , ji me dixwaze ku bi cilên xweparêzîyê ve, serdana Derbendîxanê bikîn.
K24- Hewlêr

Got jî: Em di qonaxa çaresrkirin û kontirolkirinê de ne daku ev vayros ji dest nederkeve û teşeneyê neke.
Herweha got: Hêvdarîn hevwelatî pabendên rêkaran bin û neçin derve.
Aşkera jî kir, Derbendîxanê taybetî ya xwe heye û ew bajêr hatîye korentînekirin û serokê hikumetê jî budceyeka taybet bo wî bajêrî terxan kirîye.
Derbarê hejamra tûşbûyên Derbendîxanê jî, wezîrê tenduristîyê bi Kurdistan24 re got: Encamên pişkinînê dê hinek gîro bin, tenê li qezaya Derbendîxan zêdetir ji 100 nimûneyên pişkinînê hatine wergirtin û 17 halet hatine piştrastkirin û hatin ragehandin. Rewşa nexweşan jî başe û hinek nexweş jî di qonaxa çêvebûnê de ne.