Firansayê hêzên xwe bi temamî ji Îraqê vekişandin
Hikumeta Îraqê ragehand, hêzên Firansayê, ku li çarçoev ya Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê li Îraqê bûn, bi temamî ji axa Îraqê derkevtin û bingeheka serbazî radestê hêzên Îraqê kirin.
K24- Hewlêr
Hikumeta Îraqê ragehand, hêzên Firansayê, ku li çarçoev ya Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê li Îraqê bûn, bi temamî ji axa Îraqê derkevtin û bingeheka serbazî radestê hêzên Îraqê kirin.
Ajansa Nûçeyên Îraqê li ser zimanê Ebdulkerîm Xelef, gotebêjê Fermandeyî ya Giştî ya hêzên Çekdarên Îraqê belav kirîye, ew hêzên Firasayê ku li çarçveya Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê li Îraqê bûn, bi temamî xwe vekişandin û bingeha serbazî ya Qaiym radestê hêzên Îraqê kirin.
Ev piştî wê yekê hat, ku Civata Nwênerên Îraqê li 5ê Kanûna Dûyem a ev sal, bi piranîya dengean, biryara derkirina hêzên bîyanî ji nav axa Îraqê, pesind kir.
Ji sala 2014yê ve Hevpeymanîya Nêvdewletî ku ji hêzên hejamreka welatan pêkhatîye bi serokatîya Emerîkayê li şerê dijî Daişê li Îraqê pişikdar bûn.