Hevwelatîyên Rojhelata Kurdistanê pabendî rênimayî yên Hikumeta Herêma Kurdistanê ne

Hevwelatîyên Rojhelata Kurdistanê bi rêya Kurdistan24 rênimayî yên xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê werdigirin û destxweşîyê jî, li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin bo wan rêkarên girtîye ber bo berengabûna wê Vayrosê.

K24- Hewlêr

Hevwelatîyên Rojhelata Kurdistanê bi rêya Kurdistan24 rênimayî yên xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê werdigirin û destxweşîyê jî, li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin bo wan rêkarên girtîye ber bo berengabûna wê Vayrosê.

Li gel belavbûna Vayrosa Koronayê, hevwelatîyên Rojhelata Kurdistanê destxweşîyê li pilan û hewlên hikumeta Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin bi rê ya sazîyên ragehandinê û bi taybet Kurdistan24, em guhdarîya rênimayî yên hikumetê dikîn û wek çavakanîya zanyarîyê û hoşyarkirinê li sazîyên Herêma Kurdistanê dinerîn.

Hevwelatîyên Rojhelata Kurdistanê bo xwe paraztinê ji tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê pabendên rênimayî yên Hikumeta Herêma Kurdistanê ne û bi nerîna wan, bi rêya van rênimayîyan dikarin rêgirîyê ji belavbûna Vayrosa Koronayê bikin û xwe ji evê Vayrosê biparêzin.

Herweha tekez dikin, ku ew biryarên hikumeta Herêma Kurdistanê roleka kara hebûye li rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê li Rojhelata Kurdistanê.

Mela Ebdulselam Burhanî, gelek hewil dide ku hevwelatîyên Rojhelatê di mal de bimînin.

Çalakvan û rêkxistîyên civaka sivîl jî bi dehan kempîn ragehandine bo hoşyarkirina xelkî. Tevî vê yekê jî hinek dibêjin, Em li ragehandinên Herêma Kurdistanê wek çavkanîya zanyarî û hoşyarkirinê temaşa dikin.

Li gor amarên hikumetê zêdetir ji 2hezar kes li pênc parêzgehên rojhelata Kurdistanê tûşî evê Vayrosê bûne. Ji evê hejmareyê jî zêdetir ji 150 kesan canê xwe ji dest dane. Hevwelatî dibêjin hikumetê kêmasî hene li rêgirîyê li belavbûna Vayrosa Koronayê; lew rêjeya belavbûnê tim di zêdebûne de ye û lew em veman li mal bi tekane rê dizanîn bo derbazbûn ji evê rewşê.