Rêveberiya Xweser biryarên nû derdike
Rêveberiya Xweser ji ber pabendbûna bi rêkarên tenduristiyê û parastina berjewendiyên giştî, spasiya xelkê kir hejmarek biryarên nû derkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser ji ber pabendbûna bi rêkarên tenduristiyê û parastina berjewendiyên giştî, spasiya xelkê kir hejmarek biryarên nû derkirin.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyek de spasiya gelê Rojavayê Kurdistanê kir û ku pabendî rêkarên xweparastina ji vîrusa Korona û qedexeya çûnûhatinê dibin. Rêveberiya Xweser bang li gel kir, di vê mercên dijwar ên tê re derbas dibin, mercên mirovî li ber çavan werin girtin û kirê xaniyan werin efûkirin û dukandar û bazirgan jî keysebaziyê nekin, bihayê madeyên xwarinê bilind nekin û li gorî van biryaran tev bigerin:
- Li gorî lîsteyên Gerînendeya Temwînê bikirin û bifroşin. Her kesê vê biryarê pêk neîne wê rastî rêkarên yasayî werin.
- Hêvî dikin kesek ji malê dernekeve, heger ne ji bo karekî pêwîst be. Herwiha serdan neyin kirin, bi taybet ên malbatî.
- Cenazeyên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên herêmê, bi şerta ku ji şêniyên herêmê be û piştî ku di rêkarên tenduristiyê re werin derbaskirin, tên pêşwazîkirin.
- Rêveberiya Xweser bi rêya saziyên têkildar kerentîna di malê de li ser her kesekî ku ji derve derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibe, heya 14 rojan ferz dike.
- Nivîsgehên pevguhestina pereyan dikarin ji hefteyê tenê roja Înê bêne vekirin.
Rêveberiya Xweser daxwaza hevkariyê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona ji welatiyan dike û diyar dike ku parastina selametiya giştî ji erkê her kesî ye.
S. B