Îranê çûnûhatina navbera bajaran de qedexe kir
Hikûmeta Îranî ragihand, geşt û çûnûhatina di nava bajarên Îranê de hat qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Îranî ragihand, geşt û çûnûhatina di nava bajarên Îranê de hat qedexekirin.
Hikûmeta Îranê çûnûhatina navxweyî di navber bajaran de sînordar kir û hişyarî ji belavbûna “şepêleke duyem” a vîrusa Korona da.
Ev yek di demekê de tê, hejmara kesên li Îranê bi vîrusa Korona ketine gihîştiye zêdetir ji 27 hezar derbas kiriye û kesên pê canê xwe jidest dane jî 2 hezar derbas bikiriye.
Duhê Serokê Îranê Hesen Ruhanî ragihandibû, Îranê şepêla yekem a pêketina bi vîrusa Koronayê derbas kiriye û amaje bi wê kir, di rojên bê de rêkarên tund digirin ber û dê li ser Îraniyan giran bin.
S. B