Li Hewlêrê 3 pêketiyên bi Korona hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro 26ê Adarê tomarkirina 3 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro 26ê Adarê tomarkirina 3 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihand.
Di daxuyanoyekê de Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişkînîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê 3 hilgirên vîrusa Korona hatin destnîşankirin.
Diyar kir jî, ew kesên bi vîrusê ketine, jineke 32 salî û du piyayên temen (30) û (32) salî ne û ew hemû merivên pêketiyekî duhî yê bajarê Hewlêrê ne.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, bi vî awayî hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 103 kesan, di nava wan 2 kesan canê xwe jidest dane.
S. B