Wezîrê Tenduristiyê: Di qonaxa konrolkirin û çareserkirina Korona de ne

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, belavnebûna vîrusa Korona ji ber pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, belavnebûna vîrusa Korona ji ber pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê ne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî li Helebce di konferanseke ronamevanî de ragihand, ew bi amadekariyên parêzgeha Helebceyê bo rûbirûbûna vîrusa Korona xweşhal e.

Amaje bi wê jî da, amûreyên tenduristiyê yên pêwîst ji Helebceyê re hatine dabînkirin. Reşandin û pişknîn tên kirin û çend geştiyar û gûmanlêkar jî ketine kerentîne.

Wezîrê Tenduristiyê got, destpêkê gûmana nexweşiyê tenê li geştiyaran bû, lê niha ne tenê geştiyar jêdera Korona ne û pişknîn ji hemû kesên gûman li ser in tên kirin.

Dr. Saman Berzincî tekez kir, ew niha di qonaxa konrolkirin û çareserkirina Korona de ne.

Got jî: Belavnebûna vîrusa Korona ji encama pabendbûna welatiyan bi rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Derbarê amarên Herêma Kurdistanê, Wezîrê Tenduristiyê ragihand, heta niha 103 pêketiyên bi vîrusa Korona li Herêmê bi hatine tomarkirin, 2 kesan canê xwe jidest dane û 27 kes jî baş bûne.

 

S. B