“Dabînkirina guzariyên jiyana welatiyan ji erkên pêşîne yên Hikûmeta Herêmê ye”
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de radigihîne, Hikûmeta Herêmê di pêngavên rûbirûbûna vîrusa Korona û bandora wê li ser aboriya Herêma Kurdistanê de berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de radigihîne, Hikûmeta Herêmê di pêngavên rûbirûbûna vîrusa Korona û bandora wê li ser aboriya Herêma Kurdistanê de berdewam e.
Pevdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyê de ragihand, belavbûna vîrusa Korona li piraniya welatên cîhanê, civaka mirovatiyê rûbirûyî rewşeke dijawar a tenduristî û aboriyê kiriye û Herêma Kurdistamê jî ne li derveyî vê rewşa nexwastî ye.
Tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo selametiya tenduristiya welatiyan, hemû karînên xwe ji bo rûbirûbûna vê nexweşiyê xistiye ber û welatiyan dilniya dike ku parastina jiyana wan û dabînkirina guzariyên jiyana wan di pêşîneya erkê wê de ye.
Di daxuyaniyê de hat jê, wezaretên (Pêşmerge, tenduristî, darayî, aborî, navxwe) mûçeyên xwe wergirtine û ji kujmê pêwîst ji dahata Herêmê hatbû dabînkirin. Ji bo wezaret û dezgehên din li benda hatina pereyên wan ji Bexdayê ne, her dema biguhe jî rasterast dest bi dabeşkirina mûçeyên hemû wezaret û dezgehên din dikin, bi mîkanîzmekê ku rênmayên tenduristiyê li ber çav were girtin.
Peyvdarê Hikûmetê dibêje: Tevahiya mûçeyên mûçexwaran her mehekê li Herêma Kurdistanê ji 894 milyar Dînar pêk tê, ji wê birê 453 milyar Dînar ji Bexdayê tê şandin, ku dike nêzîkî ji sedî 51 ji koma pereyên pêwîst ji bo dabeşkirina mûçeyan, lê ji ber vê rewşa tenduristî û ragirtina dewamê li Bexdayê, hatina pereyan bipaş ketiye, ji bo vê mebestê jî birêz Wezîrê Darayî û Aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Hikûmeta federal re di pêwendiya berdewam de ye, ji bo çareserkirina vê girftê. Ji ber wê, em li bendê ne di çend rojên bê de ew temwîl bigihe destê me, ji bo temamkirina dabeşkirina mûçeya tevahiya wezaret û dezgehan.
S. B