Nîzar Mûsa: Pabendbûn bi rênimayan û bicîhanîna erkên kesayetî rêgiriya herî baş dijî Korona ye

Mamosteyê Biyologi û Endamê Politburoyê Partiya Yekîtî ya Kurdistan-Sûriye Nîzar Mûsa, ku niştecîhê paytexta Austria (Nemsa) Viyena ye ji K24 re diyarkir, ku: “Vayrosa Korona niha xwe li tevayiya cîhanê belav kiriye...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêgiriyên Vayrosa Korona di ast a cîhanî de bi giringî tê pêkanîn, lê heta roja îro jî, Vacin/dermanek çareseriyê nehatiye dîtin. Metirsî her heye.

Mamosteyê Biyologi û Endamê Politburoyê Partiya Yekîtî ya Kurdistan-Sûriye Nîzar Mûsa, ku niştecîhê paytexta Austria (Nemsa) Viyena ye ji K24 re diyarkir, ku: “Vayrosa Korona niha xwe li tevayiya cîhanê belav kiriye û bi awayek hesanî jî, rê liber nayê girtin. Ewrûpa ya ku, di warên endustriya derman, tendirustî û bijişkî de gelek li pêş e, jî heta niha nekariye rêgiriya temam hemberî Vayrosa Korona pêkbîn e.Li Italya û Ispanya Vayros di astek gelek bilind de belav bû ye. Hejmara kesên jiyana xwe jidest dayî jî, gihiştiye hejmarek gelek mezin”.

Ligor Nîzar Mûsa: “Rêgiriya baş hemberî Vayrosa Korona hevahengiyek di navbeyna desthilat û welatiyan de jî dixwaze. Li Kurdistanê jî, pabendbûn bi rênimayan û xweparastin dikare rolek mezin hemberî belavbûna Vayrosê bilîze”.

Nîzar Mûsa destnîşankir, ku: “Paqijî û man a li male, dûr bûn ji dever û kombûnên cemawerî dikare alîkar be. Vayros di hişkahiyê de zehmettir dijî, ango gava germiya hişk li Kurdistanê destpê kirî, jiyana Vayrosê kurttir dibe. Berpirsiyariya beramberî xwe û civatê giring e. Mirov xwarinên ku hêza laş baştir dike bixwe, cixareyan kêm bike, nargilê nekşîn e…”.