Supayê Emerîka ji Geyare vekişîyan û berev Hewlêrê hatin
Hêzên Emerîkayê bingeha serbazî ya Geyara hêlan û sebazgeha xwe radestî Îraqê kirin û berev Hewlêrê ve hatin.
K24- Hewlêr
Hêzên Emerîkayê bingeha serbazî ya Geyara hêlan û sebazgeha xwe radestî Îraqê kirin û berev Hewlêrê ve hatin.
Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê bi serokatîya Emerîka, Evro, Pêncşembîyê, bingeha serbazîya Geyare li Sinûrê parêzgeha Neynewa radestê hêzên ewlekarîyên Îraqê kirin.
Di merasîmên radestkirinê de, fermandarên serbazîyî yên Îraq û Emerîkayê amade bûn û bi fermî piroseya radestkirinê hate wajûkirin.
Dema hefteyekê ye, hêzên Emerîkayê li bingeha serbazîya Geyare kelûpelên xwe kom kirine û rojane bi karwanên serbazî berê xwe didin Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê.
Çavkanî: RT