Mela Kirêkar radestê Îtaliya hat kirin

Ajanasa Fermî ya Ansa ya Îtalî belavkirîye, Evro, alîyên peywendîdarên hikumeta Nerwîcê (Ferec Ehmed Necmedîn) nasyayî bi Mela Kirêkar radestê hêza Karabînêr a Îtaliya kirine.

K24- Ewrûpa

Ajanasa Fermî ya Ansa ya Îtalî belavkirîye, Evro, alîyên peywendîdarên hikumeta Nerwîcê (Ferec Ehmed Necmedîn) nasyayî bi Mela Kirêkar radestê hêza Karabînêr a Îtaliya kirine.

Navhatî sizayê zîndanîkirinê bi ser re hatîye sepandin bi tuhmet têkelîyê bi Daişê re û têkelbûnê li gel karên teroristî yên nêvdewletî.

Sipêdaya evro, bi rêya firokexane ya Fiyomîçîno  ya Romayê, ew radestkirin hatîye encamdan û Mela Kirêkar birne zîndan a Rîbîbîye ku taybete bi zîndanîkirina taybet.

 Berê jî, hikumeta Nerwîcê, çend caran hewil dabû, Mela Kirêkar ji welatê xwe dûr bike, lê Mela Kirêkar î red dikir wî welatî bihêle û careka din vegere Îraqê.