Agahdarîyek bo wan kesên dixwazin ji Firansa û Birîtaniya vegerin Herêma Kurdistanê

Piştî dûçûnên Kurdistanê 24 bo wan xwîndkar û hevwelatîyên Herêma Kurdistanê ku li derveya welat in û bi sedema qedexeya çûnûhatinê nekarin vegerin, Nwêneratîya hikumeta Herêma Kurdistanê li Firansa daxwaz ji wan kesên li Firansa dike peywendîyê bi nwêneratîyê ve bikin.

K24- Hewlêr

Piştî dûçûnên Kurdistanê 24 bo wan xwîndkar û hevwelatîyên Herêma Kurdistanê ku li derveya welat in û bi sedema qedexeya çûnûhatinê nekarin vegerin, Nwêneratîya hikumeta Herêma Kurdistanê li Firansa daxwaz ji wan kesên li Firansa dike peywendîyê bi nwêneratîyê ve bikin.

Elî Dolemerî, nwênerê Hikumeta Herêma Kursdistanê li Firansa di ragehandinekê de dibêje: Agahdarîya wan hevwelatîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê dikîn, ewên niha li Firansa ne û dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê yan pişkên din yên Îraqê, dikarin bo evê mebestê peywendîyê bi me re bikin bo rêkxistina karûbarê vegeryana wan.

Bi sedema rewaşa awarte li piranîya welatên cîhanê û bi mebesta rêgirtinê ji belavbûna zdetir a Vayrosa Koronayê, komeka rêkar û qedexe ya çûnûhatinê di navebera welatan de hene.

Nwêneratîya hikumeta Herêma Kurdistanê radigehîne jî, bi sedema lezîya bûyeran, egerên emzin hene ku di demeke kêm de rênimayê yên nû û qedexe ya zêdetir bi ser çûnûhatinê de bihête sepandin. Ev jî dibe sedema wê yekê ku hinek kes bo demeke zêdetir bimînin û nekarin vegerin.

Berê jî Elî Dolemerî, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Firansa bi Kurdistan24 re ragehand, ew kesên vîze ya wan temam bûye û nekarin di dema xwe ya dîyarkirî de vegerin tûşî ti arêşeyan nabin û dema ev rewş derbaz dibe, her bi wê vîzeyê dikarin vegerin Herêma Kurdistanê.

Hevdem,Dilawer Ajgeyî nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê di Yekêtîya Ewrûpayê de û li Belcîka  bi Kurdistan 24 re ragehand, piranîya wan xwîndkar û geştyarên Kurd li Birîtaniya û Elmaniya ev pirsgirêk hene.

Herweha Karwan Cemal Tahir, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Birîtaniya bi rêya Kurdistan 24, daxwaz ji hemû xwîndkar û geştyarên Kurd kir, ewên pirsgirêka vegerîyanê hene û dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê, bila peywendîyê bi nwênerînîya hikumeta Herêma Kurdistanê ve li Lendenê bikin û navên xwe tomar bikin.

Navhatî amaje bi wê yekê jî kir, ew lîstekê durist dikin û radestê balyozxane ya Îraqê dikin û dûv re jî peywendî dihête kirin bi herdû wezaretên derve yên Birîtaniya û Îraqê daku rê bide firokeyeka hêlên asamnîya Îraqê ev kesên hanê vegerine Herêma Kurdistanê û Îraqê.

Ew kesên li Firansa dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê yan bajarên din yên Îraqê dikarin peywendîyê bi ofîsa Nwêneratîya hikumeta Herêmê bikin li Firasa bi evê navûnîşanê:

[email protected]

[email protected]