Kesek dî li Kerkûkê tûşî Vayrosa Koronayê bû

Rêveberê Pişka Tenduristîyê di Fermangeha Tenduristîtya Kerkûkê de aşker kir, ku kesek dî li wê parêzgehê tûşî Vayrosa Koronayê bûye.

K24- Kerkûk

Rêveberê Pişka Tenduristîyê di Fermangeha Tenduristîtya Kerkûkê de aşker kir, ku kesek dî li wê parêzgehê tûşî Vayrosa Koronayê bûye.

Dr. Sebah Namiq, rêveberê Pişka Tenduristîyê di Fermangeha Tenduristîtya Kerkûkê de, amaje bi wê yekê jî kir, ku ew kesê tûşbûyî zelame û temenê wî 74 salin û xelkê nahye ya Leylane.

Heya niha, li Kerkûkê 9 kes tûşî Vayrosa Koronayê bûne û di nav wan de, yek haleta mirinê heye û 6 kes jî bi temamî çêvebûne û vegerîyane malên xwe.