bajarokê Leylan hate korentîne kirin
Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand, bajarokê Leylan li sinûrê parêzgeha Kerkûkê hate Korentîne kirin.
K24- Hewlêr
Nûçegehanê Kurdistan24 li Kerkûkê ragehand, bajarokê Leylan li sinûrê parêzgeha Kerkûkê hate Korentîne kirin.
Êvarî ya evro, zelamekê temen 74 salî li bajrokê Leylan wek helgirê Vayrosa Koronayê hate destnîşankirin.
Berê jî kesek dî li bajarokê Leylan bi helgirê Vayrosa Koronayê hatibû destnîşankirin û hejamra tevaya tûşbûyên Koronayê li Parêzgeha Kerkûkê gehişte 11 kesan û di nav wan de yek haleta mirnê heye û 6 kes jî bi temamî çêvebûne û vegeryane malên xwe.