Soylu: Li rojhilatê Tirkiye pabendbûn bi rênimayan kêm e

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê da xuyakirin, eger pêşiya belavbûna Korona neye girtin ew dê rewşa awarte rabighin in û dibêje, li rojhilatê Tirkiye (bakurê Kurdistanê c.b) pabendbûn bi rênimayan kêm e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê da xuyakirin, eger pêşiya belavbûna Korona neye girtin ew dê rewşa awarte rabighin in û dibêje, li rojhilatê Tirkiye (bakurê Kurdistanê  c.b) pabendbûn bi rênimayan kêm e.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu da xuyakirin, bi rêkarên dawî, jiyan ji sedî 80 rawestiya ye û eger bergiriyên niha têr nekin, ew dê hin rêkarên nû pêş bixin.

Da zanîn, eger nikaribin belavbûna Koronayê asteng bikin, ew dê qedexeya derketina derve rabighîn in.

Soylu herweha got, li bajarên mezin yên Tirkiyê pabendiya bi rênimayan baş e, lê li Bakurê Kurdistanê pabendî bi rênimayan gelekî kêm e.

 

 

C.B