Ragehandinek ji Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir derbarê tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê û aşkera kirîye ku tûşbûyek dî li Silêmanîyê hatîye destnîşankirin.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê ragehandinek belav kir derbarê tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê û aşkera kirîye ku tûşbûyek dî li Silêmanîyê hatîye destnîşankirin.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, tûşbûyeka Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li bajarê Silêmanîyê hate destnîşankirin, ku jineka temen 56 salîye û hevjîna tûşbûyekê berê ye.
wezareta Tenduristîyê
26ê Adarê