10 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, evro, Heyînîyê, 27ê, Adarê/2020 ragehandina xwe ya hejmare 29 belavkir û têde ragehandîye, ku di dema 24 demjimêrên burî de, 10 haletên dinê yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, ku li Dihokê zêdetirîn halet hatine tomarkirin.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, evro, Heyînîyê, 27ê, Adarê/2020 ragehandina xwe ya hejmare 29 belavkir û têde ragehandîye, ku di dema 24 demjimêrên burî de, 10 haletên dinê yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, ku li Dihokê zêdetirîn halet hatine tomarkirin.

 Deqa wê ragehandinê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 29

 Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîyê bo korentînekirin, vedîtin û pişkinîna helgirên evê Vayrosê rojane berdewam in, bi vê yekê jî:

  • Korentîn

Hejmara hevwelatîyên di korentînekirî, 5,144 hevwelatî bûn e, li 34 cihên cuda. Niha tenê 1,651 hevwelatî di korentîneyê de mane: 700 li Hewlêr, 275 li Silêmanîyê, 566 li Dihok, 42 li Helebce, 9 li Germiyan, 39 li Raperîn, 20 li Koye û 3,493 hevwelatî jî, ji korentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe; piştî ku dema dû hefteyan di korentîneyê de  temam kirin e. Di 24 demjimêrên burî de, hejmareka din ji hevwelatîyan hetine korentîne kirin ku tevaya hejmara wan 94 hevwelatî ne.

  • Pişkinîn

Di dema 24 demjimêrên burî de, 477 pişkinî hatine encamdan. 311 li Hewlêr, 99 li Silêmanîyê, 67 li Dihok.

Di encam de 10 tûşbûyên nû hatin tomarkirin bi vî awayî:

  • Parêzgeha Hewlêr: 4 erênî, ku (1) jineka temen 28 salîye û (3) xort, ku temenên wan 13, 18 û 26 sal in û berkevtîyên tûşbûyekî berê ne.
  • Li Parêzgeha Silêmanîyê: 1 erênî, ku jineka temen 56 salîye û berkevta tûşbûyekî berê ye.
  • Parêzgeha Dihok: 5 erênî, ku hemû ji yek malbat in, (1) zelamek temen 45 salîye ku ji Birîtaniya vegerîya ye, (1) yek jin a temen 39 sal, dû xortên temen 14 û 13 salî li gel zaroyek temen 5 salî.
  • Amara Giştî:

Tevaya helgirên Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê (113) halet in û di nav wan de, dû haletên mirinê hene û 39 nexweş jî çêvebûn e û tevaya tûşbûyên din li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo tîmên pizîşkî, ku di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi ti awayekê neçin derve û di malên xwe de bimînin û pabend bin bi rênimayên tenduristîyê; daku nebin berkevtîyên kesên din û di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla gerim a hejamre 122 bikin.

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

27ê/Adarê/ 2020