Keyo Cegerxwîn bi egera Korona li Swêdê canê xwe jidest da
Kurê helbestvanê navdar ê Kurdistanê Cegerxwîn, Keyo Hesen Cegerxwîn ber bi vê sibehê ve li paytexta Swêdê Stockholmê bi egera Vayrosa Korona canê xwe jidest da
K24 – Navenda Nûçeyan
Kurê helbestvanê navdar ê Kurdistanê Cegerxwîn, Keyo Hesen Cegerxwîn ber bi vê sibehê ve li paytexta Swêdê Stockholmê bi egera Vayrosa Korona canê xwe jidest da.
Temenê Keyo Cegerxwîn 84 sal bû. Berî çendîn rojan xwe nebaş dibîn e, di encamên pişkînan de derdikeve, ku nexweşê Korona ye.
Keyo Cegerxwîn bavê 4 zarokan bû, 3 keç û 1 kur.
Keyo Cegerxwîn di xebata rewangeha Kurd li Swêdê de bi çalakî cîh digirt. Di damezrandin û birêvebiriya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, damezrandina Fonda alîkariya Kurdistanê û gelek rêxistinên sivîl ên Kurd de li Swêdê berpirsiyarî wergirtiye.
C.B