Wezareta Tendirustî: 2 kesên din li Kurdistanê tûşî Korona bûn e

2 kesên din li herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn û bi vê yekê, hejmara tûşbûyan li herêma Kurdistanê gihîşte 115 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

2 kesên din li herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn û bi vê yekê, hejmara tûşbûyan li herêma Kurdistanê gihîşte 115 kesan.

Wezareta Tendirustî ya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kiriye, li berdewamiya pişkinîn û gerîna li pey gumanlêkiriyan, 2 tûşbûyên Vayrosa Korona hatine destnîşankirin, ku yek ji wan zilamek 34 salî ye, ku li Hewlêrê di karentînê de bû û yê din jî,  zilamek 37 salî, li bajarê Helebce ye.

Beriya niha jî, Wezareta Tendirustiyê ragihandibû, di dema 24 demjimêrên borî de, 9 kesên din li herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn e û bi vê yekê, bi giştî hejmara tûşbûyan li herêma Kurdistanê gihîşte 115 kesan. Ji wan 2 kesan canê xwe jidest dan e û 39 kes çareser bûn e. Yên din jî, di bin çavdêriya bizîşkî de ne.

Ji aliyek din ve, Qaymeqamiyeta qezaya Çemçemalê belav kiriye, ew 2 zarokên bajarokê Tekîye, yên tûşî Korona bûbûn, niha baş bûn e û nexweşxane bicîh hiştin e.

 

 

C.B