Hewlêr.. Nîşaneyên nexweşiyê li 2 pêketiyên bi Korona namene
Nîşaneyên nexweşiyê li 2 pêketiyên bi vîrusa Korona li Hewlêrê nemane û piştî pişknînê bo navenda çareseriyê hatin veguhastin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nîşaneyên nexweşiyê li 2 pêketiyên bi vîrusa Korona li Hewlêrê nemane û piştî pişknînê bo navenda çareseriyê hatin veguhastin.
Rêvebirê Nexweşxaneya Îmarat bo Çareserkirina Korona li nahiya Behrekê ya ser bi Hewlêrê ve Dr. Şaxwan Esed ji K24ê re ragihand, ti nîşaneyên nexweşiyê li ser 2 nexweşan nemaye, ew ji bo Navenda Çareserkirinê hatine veguhastin, heger pişkînên wan nerênî bûn, dê biçin malên xwe.
Duhî jî 3 pêketiyên bi vîrusa Korona li Hewlêrê bi temamî baş bûbûn û vegeriyabûn malên xwe. Herwiha li Silêmaniyê jî 9 kes baş bûbûn.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 51 kes bi temamî ji vîrusa Korona baş bûne û vegeriyane malên xwe.
S. B