9 kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 9 kesên bi vîrusa Korona ragihand.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyanoyekê de amarên nû yên pêketina bi vîrusa Korona ragihandin ku vî awayî ne:

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5273) kes li (35) cihên cuda bûn. Niha tenê (1422) kes di kerentînê de mane, (425) kes li Hewlêrê, (281) kes li Silêmaniyê, (628) li Duhokê, (30) li Helebce, (5) li Germiyanê, (33) li Raperînê, (20) li Koyê. (3651) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (129) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (521) pişknîn hatin kirin, (407) li Hewlêrê, (79) li Silêmaniyê, (17) li Duhokê.

Derencam (9) pêketiyên nû hatin tomarkirin:

Li parêzgeha Hewlêrê (8) kes in, ji wan (2) jinên (41) û (31) salî ne, piyayekî (32) salî,  (2) zarok (9) û (3) salî.

Li Helebce (1) piyayekî (37) salî.

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (122) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (51) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

 

S. B