Li Iraqê 48 kesên din bi vîrusa Korona ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 48 pêketinên nû bi vîrusa Korona li Iraqê hatin tomarkirin û kesan jî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 48 pêketinên nû bi vîrusa Korona li Iraqê hatin tomarkirin û kesan jî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî, heta niha li Iraqê 506 kes bi vîrusa Korona ketine, ji wan 42 kesan canê xwe jidest dane û 131 kes jî baş bûne.
Ev di demekê de ye, Rêvebirê Tenduristiya Zîqar Heyder Hentoş ji ajansa “Reuters” re ragihandibû: “Amarên hene, ne rast in, ji ber ku gelek kes wê nexweşiyê bi cidî wernagirin û dema bi vîrusê dikevin jî naçin nexweşxaneyan.”
S. B