Serokê Hikûmetê tekeziyê li ser dabînkirina pêwîstiyên rojane yên xelkê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serperiştiya civîneke taybet bi nixandina rewşa aborî û bicihkirina rêkarên rûbirûbûna vîrusa Korona dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serperiştiya civîneke taybet bi nixandina rewşa aborî û bicihkirina rêkarên rûbirûbûna vîrusa Korona dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro piştî nîvro bi riya vîdyokonderansê serperiştiya civîneke taybet bi nixandina rewşa aborî û bicihkirina rêkarên rûbirûbûna vîrusa Korona kir.

Di  civînê de, ku Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî û hejmarek ji wezîrên pêwendîdar amade bûn, guftûgo derbarê dawî pêşhatên rewşa tenduristî û planên hikûmetê hatin kirin, bo rûbirûbûna vîrusa Korona û bandorên wê li ser aboriya Herêma Kurdistanê û daketina nirxê petrolê li bazarên cîhanê.

Serokê Hikûmetê destxweşî li dam û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê kir, ku hemû karînên xwe xistine ji bo parastin û selametiya welatiyan. Tekezî jî li dabînkirina pêwîstiyên rojane yên xelkê bi taybetî xwarekê kir.

Herwiha di civînê de karên Komîta Xwarek û Derman hat gengeşekirin û tekezî li rêkxistina xerciyan hat kirin, ji bo rûbirûbûna qeyrana darayî.

Herwiha amaje bi girîngiya berdewambûna pêwendî û hevahengiya bi Hikûmeta Federal re hat kirin.

 

S. B