Finlanda hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne
Artêşa Finlandayê aşkere kir, hejmarek ji hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vedikişîne û rasterast jî kerentî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Finlandayê aşkere kir, hejmarek ji hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vedikişîne û rasterast jî kerentî dike.
Artêşa Finlandayê diyar kir jî, beşeke mezin ji wan 50 efser û şêwirmendên serbazî li Herêma Kurdistanê ne û ji çend salan ve rahênanê bi hêzên Pêşmerge dikin.
Amaje bi wê da jî, ev pêngav beşek ji hewlên wan ên parastina serbazên xwe ji vîrusa Korona ye.
Ji sala 2014an ve Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê ji hêzên hejamreka welatan pêk hatiye, Finlanda jî di wê çarçovê de hejmarek ji efser û şêwirmendên serbazî şandiye Iraqê.
S. B