Rêveberiya Xweser: Ti pêketiyên bi Korona nehatine nîn in
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kir, heta niha tu rewşên pêketina vîrusa Korona li herêmên wan nehatine tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kir, heta niha tu rewşên pêketina vîrusa Korona li herêmên wan nehatine tomarkirin.
Ciwan Mistefa ragihand, Desteya Tenduristiyê gelek tîma awarte ava kirine û 9 navendên karantînayê amade kirine.
Diyar kir jî, qonaxa duyemîn a tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, herwiha navendên rewşên pêketina bi vîrusa Korona ku giran in, amade dikin û dê navend di demeke nêzîk de bên amadekirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa tekez kir jî, heta niha tu rewşên pêketina bi vîrusa Korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine tomarkirin.
S. B