Li Hewlêrê 3 pêketiyên nû bi Korona hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketiyên 3 kesên din bi vîrusa Korona tomar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketiyên 3 kesên din bi vîrusa Korona tomar kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan, 3 pêketiyên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li bajarê Hewlêrê hatin tomarkirin.
Wezaretê da zanîn, ew her sê piya ne û temenê wan (34), (35) û (54) salî ne, ku 2 ji wan di kerentînê de bûn û welatiyên biyanî ne, ewê din jî ji Brîtanyayê vegeriyabû.
Bi vî awayî koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (128) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (51) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
S. B