2 pêketiyên bi vîrusa Korona li Hewlêrê baş bûne
Rêvebertiya Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, 2 pêketiyên bi vîrusa Korona bi temamî baş bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebertiya Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, 2 pêketiyên bi vîrusa Korona bi temamî baş bûne.
Li gor daxuyaniya Tenduristiya Hewlêrê, 2 nexweş bi temamî baş bûne, piştî wergirtina çareseriyên pêwîst û vegeriyane rewşa xwe ya asayî.
Li gor amaran, heta niha 5 kes bi temamî li Hewlêrê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
S. B