Serdozgeriya Giştî derbarê “250 milyon Dolarên Rosneftê” daxwaza belgeyan dike
Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê li ser rasperdeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî komîteke pêdaçûnê derbarê dengoya wergirtina 250 milyon Dolar ji kompanyaya Rosneft de pêk tîne û daxwaz ji her kesekî dike belgeyan pêşkêş bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dengoyên “wergirtina şîrîniya neftê” û “zeftkirina milyarek Dolar” ragihand, Serokê Hikûmetê daxwaz ji Serokatiya Dozgeriya Giştî kiriye, dest bi lêkolînê di pirsê de bike.
Piştî wê, Serdozgeriya Giştî di daxuyaniyekê de ragihand, li ser rasperdeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî komîteyeke pêdaçûnê ji bo bidestxistina belge û rastiyan pêk aniye, ji bo pêdaçûnê li ser dengoyê ku kompanyaya Rosneftê (250) milyon Dolar daye aliyekî û herwiha ji bo yek milyar Dolar ku li Banka Lubnanê dest li ser hatiye danîn de bike, ku çend roj in li dezgehên ragihandinê behsa wê tê kirin.
Herwiha Serdozgeriya Giştî daxwaz ji hemû aliyên ku belge li cem hene ji wê komîta Serokatiya Serdozgeriya Giştî re pêşkêş bikin, bi armanca parastina mal û milkên giştî.
Serdozgeriya Giştî tekez dike, berûvajî vê yekê, her aliyek yan kenaleke ragihandinê yan kesek bê belge behsa vê babetê bike, rêkarên yasayî li hember wan tên girtin.
S. B