Peyvdarê Hevpeymanan: Li Iraqê dimînin
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Myles Caggin ji K24ê re ragihand, îro tevahiya serbaz û karmendên Hevpeymaniya Navdewletî ji serbageha “K1” ya Kerkûkê vedikişin û hemû kelûpelên serbazî jî radestî hêzên Iraqî dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Myles Caggin ji K24ê re ragihand, îro tevahiya serbaz û karmendên Hevpeymaniya Navdewletî ji serbageha “K1” ya Kerkûkê vedikişin û hemû kelûpelên serbazî jî radestî hêzên Iraqî dikin.
Myles Caggin diyar kir, tevî vekişîna wan ji hin binkeyên serbazî, lê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê dimîne û bi hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de berdewam dibe.
Got jî: Berî du sal û nîvan, hikûmet Iraqê serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand, ew serkeftin bi sedema rola hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge bû, ku karîn navçeyên wek Mûsilê û başûrê Kerkûkê ji destê DAIŞê kontrol bikin. Hêzên Hevpeymanan jî çend meh in mijûlî danîna plana vekişîna ji hejmarek ji binkeyên serbazî ye û wan radestî hikûmeta Iraqê dike.
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî aşkere kir jî: Nêzîkî 300 efser û karmendên Hevpeymanan li binkeya serbazî K1 li Kerkûkê ne, dê jê derkevin û li wir namînin. Tevahiya kelûpelên li serbazgehê ne jî ku dike nêzîkî milyonek Dolar radestî hikûmeta Iraqê dikin, lê ligel wê jî Hevpeymaniya Navdewletî bi hevahengî û hevkarîkirina bi hêzên Iraqê berdewam dibe. Bi taybet di ware rûbirûbûna çekdarên DAIŞê li çiyayê Hemrîn û çiyayê Qereçox û deşta Neynewa, heta piştrast dikin ku careke din DAIŞ venagere navçeyê.
S. B