Hevwelatîyekê Îranî temen 101 salî ji Vayrosa Koronayê çêvebû
Evro, Yekşembîyê, hevwelatîyekî Îranî, temen 101 salî ji Vayrosa Koronayê çêvebû.
K24- Hewlêr
Evro, Yekşembîyê, hevwelatîyekî Îranî, temen 101 salî ji Vayrosa Koronayê çêvebû.
Elî Mutekî, Berpirsê ragehandina Zanîngeha Zanstên Pizîşkî, li parêzgeha Gulistan, li bakûrê Îranê çêvbûna wî pîremêrî ragehand.
Mutekî got: Ev zelam berî 20 rojan hate nexweşxaneyê û têde ma û çaresrîya pêwîst wergirt heya çêvebû û duhî Şembîyê jî, ji nexweşxaneyê derket.
Li gor amarên dawîyê, hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li Îranê gehiştîye 2,640 kesan û hejmara tûşbûyan jî, 38,309 kes in.
Parêzgeha Gulistan yek ji perêzgehên, ku rêjeya mirin û tûşbûnê bi Vayrosa Korona têêd bilind e. Hejmara mirîyan li wê parêzgehê heya êvarî ya Heyînîyê gehiştibû 167 kesan.