Perlemana Kurdistanê sûpasîya hewlên hikumeta Herêmê dike bo rêgirtinê ji Koronayê
Serokatîya Perlmana Kurdistanê stayîşa hewl û xebata hikumeta Herêma Kurdistanê dike bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê û ragehand, bi sûpasî ve sazîyên hikumeta Herêma Kurdistanê di sinûra şîyanên berdestên xwe de, kêmasî nekirine.
K24- Hewlêr
Serokatîya Perlmana Kurdistanê stayîşa hewl û xebata hikumeta Herêma Kurdistanê dike bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê û ragehand, bi sûpasî ve sazîyên hikumeta Herêma Kurdistanê di sinûra şîyanên berdestên xwe de, kêmasî nekirine.
Di ragehandinekê de, ku wêneyeka wê gehiştîye Kurdistan24, hatîye bi navê Perlamana Kurdistanê ve, destxweşîyê li hewl û mandîbûna sazîyên hikumeta Herêma Kurdistanê bi giştî û pizîşk û karmendên tenduristî, Pêşmerge, asayîş û hêzên asayîşa navxwe dikîn bo teva hewil û mandîbûnên wan.
Herweha di ragehandinê de daxwaz ji hevwelatîyan kirîye, ku pabendên rênimayî yên tenduristîyê bin û ji mala xwe nederkevin jibo selamaetîya xwe û tevaya xelkên Kurdistanê.
Herweha hatîye, erkê birêvebirin û îdaredana evê qonaxê dijaware û ji taybetmendîyên desthelata cîbicîkare. Ku bi supas ve, sazîyên hikumeta Herêma Kurdistanê di sinûra şîyanên berdestên xwe de, kêmasî nekirine.
Perlemana Kurdistanê ragehandîye jî: Bi sedema pabendbûnê bi rênimayîyên tenduristîyê nekare rûniştinên xwe encam bide, lê tevî vê yekê jî, Komîteya Tenduristî û Jîngeh û Paraztina Mafên Bikarberan, Komîteya Pêşmerge, Komîteya Darayî û Karûbarên Abûrî, Komîteye Navxwe û Asayîş û Civatên xwecihî radispêre, ku karên çavdêrî, dûvçûn û peywendîyê li gel wezaret û dezgehên hikumeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo diltehabûnê, ku her çi di şîyan de heye, bihên encamdan bo derbazkirina evê qonaxê.