Wezareta Navxwe: Me ti biryarên nû derbarê qedexeya çûnûhatinê neda ye

Wezareta Navxwe ya hikumeta Herêma Kurdistanê di ragehandineka fermî de, ku wêneyeka wê bo Kurdistatan24 hatîye şandin, ragehand, tevaya wan dengoyan red dikîn ku ji kenalên cuda û malperan belav bkine derbarê qedexekirina çûnûhatinê heya 14yê Nîsana 2020.

K24- Hewlêr

Herweha ragehand, pêwîste tevaya dezgehên ragehandinê pabend bin bi çavkanîyên Fermîyên hikumeta Herêma Kurdistanê, neku pişta xwe bi nûçe  û dengoyên pêşbînî kirî girê bidin,  agahadarîya hevwelatîyên Herêma Kurdistanê dikîn ku dirêjkirina dema qedexya çûnûhatinê heya niha ti biryar li ser nehatîye dayîn û  her dema wezareta Tenduristîya em haydar kirîn ji pêwîstîya dirêjkirina dema qedexekirinê, wê demê biryarê li ser wê yekê dê bidîn.  Her bi evê boneyê daxwaz ji hevwelatîyên xoştivî yên Herêma Kurdistanê dikîn, pabendê rênimayên hikumeta Herêma Kurdistanê bin ku di berjewendîya hevwelatîyan de ye û ev rênima û biryarên hikumetê asayîşa tendurîstîya hevwelatîyên Herêma Kurdistanê diparêze.