Rewşa awarte li Ormiyê hat ragihandin
Ji ber zêdebûna hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê, rewşa awarte li parêzgeha Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber zêdebûna hejmara pêketina bi vîrusa Koronayê, rewşa awarte li parêzgeha Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.
Serokê Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Ormiyê Cewad Aqazade ragihand, hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona li Ormiyê gihîştiye 648 kesan, 53 kesan jî canê xwe jidest dane.
Aqazade diyar kir, niha rewşeke ne asayî heye û ti rêçareyek ji bilî mana li malê ji bo kontrolkirina rewşê nemaye.
Li gor dawî amarên zanîngeha Zanistên Bijîşkî, li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona gihîştiye 2 hezar û 186 kesan. Herwiha li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 203 kesan canê xwe jidest dane.
Piraniya pêketina bi vîrusa Korona li Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgeha Loristanê hatiye tomarkirin, ku 680 kes pêketine.
S. B