Berî 73 salan Qazî Mihemed re hat bidarvekirin
Di rojek wek îro de û berbanga 30î Adara 1947an, Pêşewa Qazî Mihemed, Heme Husên Xanî Seyf Qazî ku pismamê Qazî Mihemed û Ebûlqasim Sedir Qazî birayê Qazî Mihemed li meydana Çarçira li Mehabadê li cihê ragihandina Komara Kurdistanê hatin bidarvekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di rojek wek îro de û berbanga 30î Adara 1947an, Pêşewa Qazî Mihemed, Heme Husên Xanî Seyf Qazî ku pismamê Qazî Mihemed û Ebûlqasim Sedir Qazî birayê Qazî Mihemed li meydana Çarçira li Mehabadê li cihê ragihandina Komara Kurdistanê hatin bidarvekirin.
Berî 73 salan, nûçeyekê Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet bajarê Mehabadê hejand, 30î Adara 1947an Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê Pêşewa Qazî Mihemed li meydana çarçira hat bidarvekirin.
Qazî Mihemed û hevalên xwe, ji ber ragihandina Komara Kurdistanê hatin bidarvekirin, Hikûmeta Paşayetî jî bi tometa perçekirina Îranê ew tometbarkirin.
Qazî Mihemed damezirênerê Partiya Demorat a Kurdistanê bû, bi damezirandina partiyê re jî, di 22ê Çileya 1946an Komara Kurdistanê jî ragihand. Komara Kurdistanê piştî 11 mehan kete ber pilaneke navxweyî û herêmî. Piştî Yekîtiya Sovyet li ser kêlgehên petrol bakurê Îranê bi rêjîma paşeyetî re rêkeft, hêzeke bejayî û esmanî êrîşî Kurdistanê kir. Her çi heger Serokwezîrê wê demê yê Îranê Ehemd Qewam Seltene soz da Pêşewa ku azara kesî neda û dê beşên din ên Kurdistanê bike yek û îdareyeke Kurdî rabigihîne, lê bi piştevaniya temam a Brîtanya û bêdengiya Sovyetê, hêz bi ser navçeyê de bir û rêjîma Îranê bi piştevaniya Sovyet, Brîtanya û Amerîka beşdarê nû li navçeyê, Komara Kurdistanê hilweşand û Pêşewa jî bi dar ve kir.
Beşeke mezin ji dîroknivîs û lêkolînerên navnetewî dibînin ku Al, Pêşmerge û Parleman sê koçkeyên neguhêr ên Komara Kurdistanê bûne û radestkirina Ala Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed bo Mela Mustefa Barzanî yê Nemir wek destekî emîn û niştimanperwer, berdewamiya wê rêyê ye, ku îro ne sibe her ew armanc pêk tê.