Nahiya Xelîfanê li Başûrê Kurdistanê tê kerentînekirin
Qeymeqamê Soranê ji K24ê re ragihand, ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona, nahiya Xelîfanê tê kerentînekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qeymeqamê Soranê ji K24ê re ragihand, ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona, nahiya Xelîfanê tê kerentînekirin.
Duhî 30î Adarê welatiyek ji Brîtanyayê vegeriyabû wê nahiyê û wek ew wek yekem pêketiyê bi vîrusa Korona li wê nahiyê hat tomarkirin.
Îro jî Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 5 kesên din li wê nahiyê bi vîrusa Korona ketine, ku hemûyan jî vîrus ji wê kesê yekem vegirtibûn.
S. B