Li Bakurê Kurdistanê 13 gund hatin karantînkirin

Li Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrusa Korona 13 gund hatine kerentîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrusa Korona 13 gund hatine kerentîkirin.

Li Tirkiyê, agahiyên taybet ên pêketina bi vîrusa Korona yên bi bajaran nayin ragihandin, tenê amarên giştî tên dayîn.

Li gor agahiyan, li bajarên Bakurê Kurdistanê; li Sêwasê 5 gund, li Meletî 2 gund, li Dêrsimê gundek, li Mêrdînê gundek û li Wanê jî 4 gund û  hatine karantînkirin.

Li gor agahiyan, biryara girtina karantînkirina gundan ji ber wê yekê hatiye, kesên ji Stenbolê serdana wan gundan kirine, hilgirê vîrusa Korona bûne.

Li gor dawî ragihandine Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê hejmara hejmara pêketiyênbi vîrusa Korona gihiştiye 9 hezar û 217an û hejmara kesên canê xwe jidest dane gihîştiye 131 kesan.

 

S. B