Zêdetir ji 50 Îraqî li derve ya welat bi koronayê ketine

Gotebêjê Wezareta Derveya Îraqê, amara hevwelatîyên qurbanî û tûşbûyên Vayrosa Koronayê li derveya welat ragehand û got: Dû kesan canê xwe ji dest dane û zêdetiri ji 50 haletên tûşbûnê jî hene.

K24- Hewlêr

Gotebêjê Wezareta Derveya Îraqê, amara hevwelatîyên qurbanî û tûşbûyên Vayrosa Koronayê li derveya welat ragehand û got: Dû kesan canê xwe ji dest dane û zêdetiri ji 50 haletên tûşbûnê jî hene.

Ehmede Sehaf, gotebêjê Wezareta Derve ya Îraqê di ragehandinekê de, amaje bi wê yekê kirîye, di nav revenda Îraqî de li Ûrdinê dû haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê  hatine tomarkirin.

Li gor wê ragehandinê, haleteka can ji destdanê bi sedema Koronayê li Birîtaniya û yek dî jî li Nerwîcê hatine tomarkirin, li gel 53 haletên tûşbûnê li Belcîka , 11 li Ûrdin, 12 li Keneda, 6 li Îtaliya, 6 li Emerîka, 5 li Birîtaniya, 5 li Nemsa, 5 li Lubnan û 2 halet din jî li Îran hatine tomarkirin.