Gazîyeka bilez ji Wezareta Tenduristîyê bo wan hevwelatîyên geşt kirin e
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê gazîyeka bilez belav kir bo wan hevwelatîyên geşt kirin e.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê gazîyeka bilez belav kir bo wan hevwelatîyên geşt kirin e.
Ev jî deqa wê gazîyêye:
Gazîyek ji Wazreta Tenduristîyê
Piştî gazîya me ya berê, agahdarîya wan hevwelatîyan dikîn, ku berê geşta derve ya welat kirine ji 15/2 heya niha, ji bilî ewên hatîine korentînekirin yan pişkinîn ji wan re hatine encamdan, bileztirîn dem peywendîyê bi hêla gerima 122 yan Navenda Koronayê ve bikin bo encamdana pişkinîna taqîgehî.
Hewe dil tenah dikîn ku tenê bo pişkinîn û berjewendîya hewe û kesûkarên hewe ye, bi vajî ya evê yekê jî her hevwelatîyek ji derve ya welat vegerîya be û di dema dîyarkirî de, pişkinîna taqîgehî nebe, dê rêkarên yasayî li beranbera wî bihête wergiritin.
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê
30/ Adar/2020