Hejmara tûşbûyan bi koronayê li Îranê 41,000 derbaz kir

Di 24 demjimêrên burî de 3,186 kesên din li Îranê tûşî Vayrosa Koronayê bûn û 117 kesan jî canê xwe ji dest dan.

K24- Hewlêr

Di 24 demjimêrên burî de 3,186 kesên din li Îranê tûşî Vayrosa Koronayê bûn û 117 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Evro Dûşembîyê, Kîyanûş Cehanpûr, gotebêjê Wezareta Tenduristîya Îranê, amara dawîyê ya tûşbûyanê bi Vayrosa Koronayê ragahend û aşkera kir, di 24 demjimêrên burî de, 117 kesên din li Îranê bi sedema Vayrosa Koronyê canê xwe ji dest dane û hejamara tevaya wan kesên bi vê sedemê canê xwe ji dest dane, gehişte 2,757 kesan.

Hevdem hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li Îranê gehişte 41,495 kesan. Ji evê rêjeyê jî, zêdetir ji 3,000 kesan di van 24 demjimêran de tûş bûne.