Îraq dawî amara Vayrosa koronayê ragehand

Di beyannameyekê de, wezareta Tenduristîya Îraqê amara dawîyê ya tûşbûyna û mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî ragehand.

K24- Hewlêr

Di beyannameyekê de, wezareta Tenduristîya Îraqê amara dawîyê ya tûşbûyna û mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî ragehand.

 Li gor wê beyannameyê, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 83 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê û parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine tomarrkirin. Bi vî awayî:

Bexda: 14 halet:

Besra: 10 halet:

Necef: 18 halet:

Silêmanî: 14 halet:

Kerbela: 3 halet:

Musenna: 12 halet:

Hewlêr: 10 halet:

Dihok: 2 halet:

Wek di beyannameyê de hatîye ragehandin,  di dema 24 demjimêrên burî de, bi sedema Vayrosa Koronayê 4 haletên mirinê hatine tomarkirin, 2 halet li Necefe, haletek li Wasit û haletek jî li Dîyala.

Herweha 9 kesên din bi temamî ji derde koronayê çêvebûne, 6 kes li Necef û 3 kes jî li Hewlêrê.

Heya niha hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Îraqê û Herêma Kurdistanê gehiştîye 630 kesan û 46 kesan jî canê xwe ji dest dane û 152 kes jî bi temamî ji Vayrosê çêvebûn e.