Prof. Dr. Şenyigit: Bawer im bi hatina germê, belavbûna Korona lawaz dibe

Pisporê Nexweşiyên Singê ji Zanîgeha Dicle Prof. Dr. Abdulrahman Şenyigit ji K24 re eşkere kir, ku: “bawer e bi hatina germê, belavbûna Vayrosa Korona lawaz bibe”

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Metirsî jheye, rewşa Vayrosa Korona li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bigihe ast ek metirsîdar û ji kontrolê jî derbikeve.

Pisporê Nexweşiyên Singê ji Zanîgeha Dicle Prof. Dr. Abdulrahman Şenyigit ji K24 re eşkere kir, ku: “bawer e bi hatina germê, belavbûna Vayrosa Korona lawaz bibe”.

Prof. Dr. Şenyigit anî ziman, ku: “Li Tirkiye niha pişkinîn li gelek deveran tên encam dan. Herweha li Diyarbekrê jî test tên kirin. Piştî pişkinînê ew tên rêkirin a saziya lêkolîna nêxweşiyên Vayrosan û piştî wê encam digihin dest. Bêguman her nexweşek, ku diquhe, êş di singe yan laş de heye nayê wateya, ku ew jib o Korona bê test kirin. Ev yek li cîhanê, li tu cihên weha nayê encam dan. Hin nîşaneyên berbiçav ên Korona hene, pispor vê yekê tesbit dikin û liser vê bingehê test a Korona tê kirin. Bawer im jî, li Tirkiye bi awayek pêwîst serederî ligel vê Vayrosê tê kirin”.

Liser bandora germiyê li belavbûna Vayrosa Korona Prof. Dr. Abdulrahman Şenyigit got: “Bandora germiyê li nexweşiyên vayrosî, ilim û zanist jî qebûl dike, ku ger hewa zêdeyî 25 pileyan germ be, ne ritubetî be û şilî be ango ziwa û hişk be, ji bo Vayrosa Korona dijminê wê ye! Baweriya min ew e, li herêma Diyarbekrê, li Rojhilat (bakurê Kurdistanê c.b) gava pileyên germê derketin ser 25an, ev nexweşî dê kêm bibe, baweriya min ew e! Dibe, bê gotin – li deverên germ jî Vayros belav bû ye. Lê, ev rastî jî heye – li her deverên Vayros belav bû ye ji sedî 6 cihên germ e (wekî Brezilya û Erebistana Siûdî), ji sedî 94 cihên bi ritubet û şilî ye!”

Girêdayî pêwendiyên cemawerî – wekî serxweşiyan û behiyan (taziyan), şahiyên wekî dawet, sinet û destgiriyê, civînên bi kom, Prof. Şenyigit, wekî ji  bo vê rewşê metirsîdar binav kir û ji bo vê dem a belavbûna Vayrosa Korona, hêvî xwest xelk ji van helkeftan dûr bikeve.