Li Diyarbekirê 5 kesan bi Korona canê xwe jidest dane
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand, 37 kesên din bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane. Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê diyar dike, heta niha 5 kesan li Diyarbekirê jî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ragihand, 37 kesên din bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane. Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê diyar dike, heta niha 5 kesan li Diyarbekirê jî canê xwe jidest dane.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê şeva bûrî ragihand, 37 kesên din bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane û 1610 haletên pêketinên yên hatine tomarkirin.
Bi vî awayî, hejmarê kesên canê xwe jidest dane li Tirkiyê gihîşt 162 kesan û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî gihîştiye 10 hezar 827 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ku amarên bajar û parêzgehan nade û tenê amarên giştî dide. Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê diyar, li Diyarbekirê ji ber vîrusa Korona 5 kesan canê xwe jidest dane, 6 kes di bin çavdêriya tenduristiyê de û 150 kes jî hatine kerentîkirin.
Ev yek di demekê de ye, qedexeya çûnûhatinê bi temamî li Tirkiyê nehatiye ragihandin, ew biryar ji walî û qeymeqamên her parêzgehekê re hatine hîştin.
Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê amaje bi wê da, li Wezareta Dadê ya Tirkiyê hin xal têne serastkirin, ji bo serbestkitin û berdana demkî ya nêzîkî 70 hezar girtiyan. Herwiha tê çaverên di vê hefteyê de li Parlemana Tirkiyê pirsa berdana hin zîndaniyan were behskirin û bibe yasa.
S. B