Li Agirî xeta boriya gazê ya Tirkiyê û Îran teqiya
Li Bakurê Kurdistanê, li Agiriyê xeta boriya gaza siruştî ya Tirkiyê û Îran teqiya û şewateke mezin derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê, li Agiriyê xeta boriya gaza siruştî ya Tirkiyê û Îran teqiya û şewateke mezin derket.
Li gor agahiyan, li bejahiya Bazîdê, nêzîkî sînorê Rojhilatê Kurdistanê xeta boriya gaza siruştî teqiya. Piştî teqînê şewateke mezin derketiye.
Ji ber teqînê veguhestina gazê hatiye rawestandin û şewat hat vemirandin. Derbarê ziyanên madî de agahî nehat dayîn. Herwiha sedemê teqînê jî tê lêkolînkirin.
Hê berê çend caran, xeta gaza sirûştî ya Îran û Tirkiyê bibû armanca gerîlayên PKKê.
Ji aliyekî din ve, Rêvebirê Gaza Niştimanî ya Îranê Mehdî Cemşîd ji ajansa “ISNA” ya Îranî re ragihand, ji ber belavbûna vîrusa Korona, eger e çakirina xeta gaze heta 3 yan 4 rojên din berdewam bike.
S. B