Li Rojhilatê Kurdistanê qurbaniyên Korona zêde dibin

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê amadekarî ji bo hatina şepêleke din ya pêketina bi Korona tê kirin û yarîgeh jî wek nexweşxane bikar tên.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rojhilatê Kurdistanê hejmara kesên bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest dane bilind dibe, welatî ji vê rewşê nîgeran in û daxwaza xweparastinê dikin. Hevdem jî li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê amadekarî ji bo hatina şepêleke din ya pêketina bi Korona tê kirin û yarîgeh jî wek nexweşxane bikar tên.

Hejmara pêketiyên bi vîrusa Korona li Rojhilatê Kurdistanê ji 3 hezara kesan û hejmara canjidestdanê jî ji 250 kesan nêzîk dibe, xelk jî ji vê rewşê nîgeran in û daxwaz hemû aliyan dikin ku rênimayên tenduristiyê wek xwe bicih bikin.

Her çend e li piraniya bajaran nexweşxaneyên demkî hatine duristkirin, yan yarîgeh wek nexweşxane bikar tên, lê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê hikûmetê daxwaza hevkariyê ji sermayedaran dike, ji bo duristkirina nexweşxaneyên taybet hevkar bin. Tê çaverêkirin jî di rojên bê de hejmara qurbaniyên vîrusa Korona li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bibin.

Rêveberê Tenduristiyê yê Banê Mihemed Şaweysî dibêje: “Heger pêketina welatiyan bi vîrusa Korona berdewam be, bêgûman rastî pirsgirêkên mezim dibin, karîna me di ware mirovî û keresteyan de sînordar e, daxwaz ji xelkê alîkar bin û pabendî rênimayan bibin, ji ber ku eger mezin ku di rojên bê de nexweşxane tijî bibin û cih ji o nexweşên din nemînin”

 Li seranserî Îranê zêdetir ji 41 hezar kes bi vîrusa Korona ketine, jê nêzîkî 3 hezaran li Rojhilatê Kurdistanê ne. Her çend e rêjeya pêketiyan li Kurdistanê kêmtir e, lê çûnûhatina di navbera Kurdistanê û bajarên din ên Îranê bi bihaneyên cuda ranewestiye, welatî jî ji vê rewşê nîgeran û bitirs in.

 

 

S. B