Peyama serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi boneya serê sala Babilî û cejnê Ekîto

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, bi boneya hatina serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto peyameka pîrosabahîyê arasteya pêkhateyên Kildan, Siryan û Aşûrîyên Herêma Kurdistan û Îraqê kir.

K24- Hewlêr

Deqa wê peyamê:

Bi boneya serê Sala Babilî (Aşûrî- Kildanî) û cejnên Ekîto, pîrozbahîyê li xwîşk û birayên Kildan, Aşûrî û Siryan li Herêma Kurdistan û cîhanê dikîn. Hêvîdarîn sala xêr û xweşî û derbazkirina evê kawdana dijwar be ku Herêma Kurdistanê û cîhan vegirtîye bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê û lêkevtên nerênî yên wê yên abûrî.

Daxwaz ji hemû alîyekî dikim pabendî rêkar û rênimayên tenduristîyê bin daku bi hevkarîya hemû alîyan bikarîn evê rewşa dijawar derbaz bikîn.

Herêma Kurdistanê, nimûneyeka geşa bi hevre jîyana aştîyane ya ol û neteweyane ku cihê şanazîya meye. Hikumeta Herêma Kurdistanê tekez dike li ser pabendbûna xwe bi berevanîkirinê ji mafên tevaya pêkhateyên Herêma Kurdistanê û kûrkirina keltorê bi hevre jîyana aştîyane.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

31/3/2020